’areq exom

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  1498 Dîtin
min ’areq exom ke bê keder bim
kemê le dinyay dûn bê xeber bim
gelê sizam dî le řûy ’eqłewe
badey mey bixom, bê hoş û ker bim
’afêtî to bê bamê û qubûłî
ba min be’areq tûşî zerer bim
beheşt ke piř bê le wişke sofî
awatexwazim ke le seqer bim
namewê bergî řya û zahîdî
eger bew bergeş zor mu’teber bim
kursîy meyxanem lela xoştire
lewey ke leser textî qeyser bim
saqî dexîle bimderê camê
ba le ’alemî made beder bim
řizgarim bibê le çend û çonî
muddetê boxom bê derdî ser bim