xeyałî jêr lêfe

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  756 Dîtin
’îlim û nezanîn bixere lawe
her piştit bibê karit tewawe
xizim û xwêş qisey pîrêjnane
řefîqî diłsoz êste cizdane
afretî bê wêl ezanî çone
bexwa her weku gułî bê bone
ewî bîyewê ’alem memnûn ka
ebê hewł bida xoy bemeymûn ka
daxî hendê kes le sînemaye
řojî řengêke wek «sînema»ye
qet bezebir û zeng îş naçête ser
mar be fîkeyek le kun dête der
cwanî bemin çî ke nefam derkewt
momêk çatre le çiray bê newt
cwanê le pîrê ger mare bikirê
bê şik zerbeye le exlaq edrê
emřo dinyaye û sibey mirdine
têşûy herdû la çake kirdine...