gořan

bedeskarîyewe, le şî’rî şa’îrî îngilîz: î. wîlkokis wergîrawe
Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  623 Dîtin
gořawim, wêney caran nemawim,
bînayî çawim
’eşqit le diłma damirdotewe,
bê tîn û tawim
dîsan her mestî badey pêşînim,
gyanî şîrînim
çepgerd natwanê le diłmî derka
yadî dêrînim
bełam xulyakey pêşûm nemawe,
hîwam biřawe
jînim her weku dirextî bê ber
wişk û bê awe
çî bikem daxekem ew xulyayey zû
leserim derçû
wêłim be dûya naydozmewe,
řoyî lêm win bû
gyane pêm biłê boç wa eřwanî,
goya nazanî
diłîş egořê, wek xoy namênê
tasey caranî
to nextê serinc bidere dinya,
herçî kewa tya
bałdar û guł û estêre û derya,
dirext û çya
emrê, ewerê, kiz û wişk ebê,
egořê cya cya
nazar toş seyrî awêne bikey
ewsa tê egey
xoşt egořêy, herwa namênî
hetaku sibey
minîş arezûy ewsam nemawe,
’eşqim gořawe
diłim herweku gułî bê baran
sîs û jakawe