elektirîkî silêmanî

em honraweye le sałî 1930 da beboney damezrandinî mekîney kareba le şarî silêmanî danrawe
Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  590 Dîtin
le tarîkî necatî bû suleymanî temaşake
cilûse bezme seyrane şewî wek řojî řûnake
tirîfey kareba êsta lenaw ḧewz û direxta wek
tirîfey mang û estêre şewanî sayeqey pake
leser taslûcewe seyrî nizarey em çiraxane
bike, bê şik ełêy parîse mukmel şare êstake
le zułim û weḧşyetî zułmet ewa řizgar bû xełqî
supahî nûrî ’adîl wa hicûmî kirde em xake
weku kołan û sercade û kun û qujbin minewer bû
demaẍ û fîkir û mêşkiman weha tenwîr bikeyn çake
ḧekîmî zexmî em kurde bigate ’îlim û ’îrfanî
lejêr barî ẍem û weḧşyet çemawe piştî hîlake
be’îlim û yek diłî ewsa egeyne řutbe û paye
betenha mîlletî yek dił le dinya ḧuř û bê bake
nîfaq û kîne derḧeq yek hetakey besye wa mirdîn
xwaye tefir û tuna bê ewî dił pîs û napake!