yaney serkewtin

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  653 Dîtin
ya xwa her bijî, yaney serkewtin
řehberî ’îlim û řêgey pêşkewtin
to mayey fexrî qewmî kurdanî
ba’îsî řutbe û naw û nîşanî
dafî’î cehil û zułim û weḧşetî
elektirîkî şewî zułmetî
qîbley umêdî hemû kurdêkî
zyaretgahî hemû ferdêkî
mîllet betowe berz û mes’ude
lenaw ’alema nawî mewcude
ewî mîlletî la xoşewîste
xizmetî toy la, ferz û pêwîste!!
ebê wek bira dest bideyne des
yarî yane bideyn ta axîr nefes
takû nawî kurd bête pêşewe,
wek şêr bête der lenaw bêşewe!