mela û şêxekan

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  1271 Dîtin
lay mela waye ke cennet tekye û lat xaneye
cêy murdîd û şêx û sofî, melce’î dêwaneye
ẍeyrî em qîsmane baqî kafrî bitxaneye
muxterî’, ’alim, munewwer peşme lay, efsaneye
***
şêx eger sed kes bexencer let bika be’sî nîye
«....» bika, tałan bika, kuştar bika, tirsî nîye
çunke ewladî řesûle qet’îyen pirsî nîye
xa’în û bê dîn lekin ew ’aşiqî peymaneye
***
mame sofî way temaye her beřîşî panewe
qesrî bo ḧazir kirabê piř be ḧorî cwanewe
ew ełê cennet beřîşe, nek behoy ’îrfanewe
***
sed «silaḧ aldîn» û «dara» qîmetî yek aneye
ger beheşt her bête cêgey cahîl û şêt û keran
dozexîş mexsûsî pyawî fazîl û saḧêb nîşan
xwaye bimxeyte cehennem neçme řîzî weḧşîyan
cennetî çî ger weha bê ’eynî tîmarxaneye
***
çawekem bexwa xeyałtan xawe çakî tê bigen
xwa yekêkî xoş ewê danabê saḧêb fîkir û fen
îstifadey bo beşer bê, xadîmî mułk û weten
hay hûyî bê semer her kirdewey şêtane