ax mela

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 2 Xulek  1265 Dîtin
herdû gwêm piř bû le basî we’iz û serfître û zekat
her hewałî ḧeşir û neşirim pê ełêy taku memat
besye lem mewzû’e lade fêrî nwêj bû ka’înat
xutbeyêkî îctîma’îm pê biłê bo řêy ḧeyat
ey mela to bî xwa da lem fîkire kone labde
fennî tazem pê nîşan de bo tereqqî û řêy necat
***
«etlibiwa al’ilim wilu balsîn»Erebî ger tê bigey temam
qet’îyen teḧsîlî fen û me’rîfet nakey ḧeram
fa’îdey çî «qam zîd», kełkî çî dê? peşmelam
’alemit ker kird mela xwa lêt bisênê întîqam
ey mela to bî xuda lem fîkire kone labde
toy beřastî manî’î berzî û tereqqî û întizam
***
çawim le deqne û nanî řatûmebře da’îm mil qewî
xwa bełat lêda hetakey wa le xorak û xewî
tembełî, mirdût mirê besye lekin xot pêşřewî
heste teşwîqê bike bo îşî dînî û dunyewî
ey mela to bî xuda lem fîkire kone labde
wasîtey toye ke dînî berzî îslam bû newî
***
her kesê hesta û besaxte mêzerî naye serî
’alme û mesmû’e qewlî gerçî ker bê û serserî
ḧasłî xełqî ebête noker û ’ebid û kerî
małî îslamî be quř girt û le dîn kirdî berî
ey mela to bî xuda lem fîkire kone labde
xa’înî ger wa dewam key, řû syahî meḧşerî
***
ewrupa papay temê kird, destî daye ’îlim û fen
bê tele û keştî dirust kird, da’îmî her hewł eden
qewmî îslamîş mela ger bêt û zû îslaḧ neken
da’îmen meḧkûmî cehiln sûk û řîswa û napesen
ey mela to bî xuda lem fîkire kone labde
basî qebir û mar bigoře, bêre ser basî weten
***
xwaye yek «lûter» binêrî bo gelî kurdî feqîr
ba necatî da lejêr destî mela û şêxan û pîr
em şewî deycûre takey? derkewê řojî munîr
«’arebîş» wabûne ḧakim, ême her dîl û esîr
ey mela to bî xuda lem fîkire kone labde
basî baweř ke nemawe basî fîrdews û se’îr