fîz û lexo bayî bûn

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  917 Dîtin
’umrêkî tuřřehate
bê kełk û bê sebate
axrî qebrî tenge
ewî ke lorit û late
***
dinyayekî bełaye
piř derd û piř cefaye
hanaye pêwe bayî
mebin, bexwa xetaye
***
ne musay pêẍember
dewamî bû heta ser
ne dara û ne eskender
ne text û bextî qeyser
***
xewêkî kurt û tałe
bê fa’îde û betałe
şirîtî sînemaye
kake herwek xeyałe
***
çend xanedan beser çû
çend nazenînî xoş řû
lejêr em xake bûne
xorakî mar û mêrû
***
bo wa belar û lence
eřoy be nûkî pence
tê bifkire lejêr pêt
her gořî pêyî gence
***
zor ’eybe de’ye lêdan
beser êsqanî însan
ger etwanî bede’ye
bifře biçore asman...