nesrîn

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  3086 Dîtin
nesrîn demêke daxt le diłme
gîrodey bendî, jyanit zułme
wa min pêt ełêm çunke leserme
heste têkoşe ta xwênit germe
serpoş fiřêde çi wadey şerme
***
emřo zemanî ’îlim û ’îrfane
’alem şew û řoj wa le firmane
ferqî nêr û mê nîye bîzane
heste têkoşe ta xwênit germe
serpoş fiřêde çi wadey şerme
***
mełê min kiçim, toş wekû minî
muḧtacî ’îlim û fen û xwêndinî
mecbûrî îş û xizmet kirdinî
heste têkoşe ta xwênit germe
serpoş fiřêde çi wadey şerme
***
hênde danîştî piştit çemawe
zerd û lawaz bwît hêzit nemawe
kiçî bêganet xo leberçawe
heste têkoşe ta xwênit germe
serpoş fiřêde çi wadey şerme
***
xişił û cwanîy to ḧeya û fêrbûne
paşeřojîşt her bewan řûne
kiçî bê ’îlim dîl û zebûne
heste têkoşe ta xwênit germe
serpoş fiřêde çi wadey şerme
***
wek xuşk û bira ebê herdûkman
qołî lê hełkeyn biçîne meydan
ta kurd berîne řêzî mîlletan
heste têkoşe ta xwênit germe
serpoş fiřêde çi wadey şerme