xwa kêw nebînê, befrî tê naka

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 2 Xulek  2075 Dîtin
biłêm çî legeł çerxî eflaka
seyrî ke çon çûyn benaxî xaka
wa çake însan lem base řaka
kake xwa îşî nabecê naka
ta kêw nebînê befrî tê naka
egerçî ême qewmêkî zorîn
bełam daxekem çewt û xoxorîn
boye wa lejêr çepok û zorîn
kake xwa îşî nabecê naka
ta kêw nebînê befrî tê naka
bo kuştinî yek gurc û bekarîn
řojê desman bê biłḧ û zordarîn
le pêwîstîda wek jin hejarîn
kake xwa îşî nabecê naka
ta kêw nebînê befrî tê naka
ezanî bo çî wa kurd zelîle
bê nawnîşan û hemîşe dîle
çunke dûdił û xam û bexîle
kake xwa îşî nabecê naka
ta kêw nebînê befrî tê naka
lem ’esre kewa ’esrî bîsteme
hemû mîlletê xawenî ḧukme
her kurdî negbet wa lejêr ẍeme
kake xwa îşî nabecê naka
ta kêw nebînê befrî tê naka
munewwer zorî her leber nanî
weten efroşê beyek taranî
exate jêr pê dîn û îmanî
kake xwa îşî nabecê naka
ta kêw nebînê befrî tê naka
eşrafman hemû bê řoḧ û sistin
dexîle piştyan hîç pê nebestin
hemû nakok û pare peristin
kake xwa îşî nabecê naka
ta kêw nebînê befrî tê naka
qewmê sewîyey eger awa bê
meḧałe xakî berz û awa bê
bo mirdin başe tefir û tuna bê
kake xwa îşî nabecê naka
ta kêw nebînê befrî tê naka
emřo bebê şik lenaw ’alema
hîç qewmê wek kurd wa becê nema
nawî wa lenaw xaney ’edema
kake xwa îşî nabecê naka
ta kêw nebînê befrî tê naka
êmey kujrawî destî nîfaqîn
muḧtacî pare û ’îlim û exlaqîn
boye wa pestîn, bê îttîfaqîn
kake xwa îşî nabecê naka
ta kêw nebînê befrî tê naka