beboney dananî yaney fermanberanî hewlêrewe

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  680 Dîtin
benûrî ’edil û asayş munewwer bû hemû hewlêr
lejêr kabûsî ẍem derçû xelayq şad û xendane
tilu’î feyz bexşî to şewî deycûrî wała kird
le her layek temaşakey culûs bezim û seyrane
le sayey hîmmet û lutfî...y ’edalet xwa
wekû fîrdewse em şare bedaym řû le ’îmrane
çiraẍî fîkirî řûnakî le her şwênê ke dagîrsa
şewî tarîkî wek řoje, xerabatî gulistane
bete’sîs û binaẍey em bînaye ’erzî tebşîrî
hemû me’mûr ekem îtir necatî bû le çaxane
meḧellî îctima’î wa heta êsta nebû lêre
zemanî ẍedir û weḧşet bû tifû lew řoj û dewrane
le sayey xwawe xurşîdî se’adet wa le kel derkewt
buxar û hewrî mîḧnet řoyî, zyayî mîhrî tabane
dewamî «bangî yarî» bo ehalî ferz û pêwîste
ke yarî û xizmetî êre leser şanî hemûmane
umêdim lay xuda waye ke eşrafî hemû hewlêr
le berzîda bijîn ta ser legeł em qewmî kurdane