şînî jine kurdêk

Li pirtûka:
Çend Berhemêkî Berayî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 2 Xulek  1586 Dîtin
1
hey dad hey bêdad hey řo řołe řo
hey řołe daxî giranim bo to
hey kwênim deber řołey cewanim
wey quřim weser mayey jyanim
daykeket bimrê řołey nazdarim
dek nejîm paş to şořeswarim
nemênim lebo dest û ciłewt
kwanê? bo naye ewřo hewhewt
henawim řeş bê bo qijî řeşt
cergim xirabê bo kułmey geşt
ḧeyf bo çawî weku badamit
dirêẍ bo bejnî wek newnemamit
řołe gyan etu hêşta ciḧêłî
çi wextî weye min becê bêłî
hey dad hey bêdad hey řo řołe řo
birya mirdibam min lebatî to
2
minî hejarî pîrî zig sûtaw
çon paş to bijîm axir şořelaw
kun kune diłim letlete cergim
bo to taqaney cwane mergim
şerte min serim bo to şîn bikem
heta bimênim bo to şîn bikem
gułe geşekem bo sîs bûy wa zû
birdit bo jêr xak hezar arezû
bo becêt hêştim bedbextit kirdim
řoyştî bo kwê bo çît nebirdim
minit becê hêşt lew kelaweda
bo xot řoyştî bo xizmet xuda
hey dad hey bêdad hey řo řołe řo
dê le derûnim le swêy to bo so
3
dezanî boçî řołey nazenîn
debestim leser gořit kořî şîn
boye nagrîm ey lawî xwênpak
becwanemergî toyan xist le xak
boye degrîm ew çerxî çepgerd
mawey pêneday weku pyawî merd
leser nîştiman xot bekuşt bidey
hawxiwênekanî xot řizgar bikey
bexêwim kirdî řołe wek beran
ta bo nîştiman bitkeme qurban
keçî toy kuşt û neyhêşt asman
qurbanyêk bikem min bo nîştiman
hey dad hey bêdad hey řo řołe řo
min û nîştiman bê kesîn ewřo
4
le xak û xwêna eger gewzîbay
leser azadî û serbestî: bexuday
ẍemim nedebûy bot nedegryam
çun mirdinî wa zor xoşe bełam
řołe bemergî tebî’î mirdin
ewîş bo kurdan ’eybe lekin min
ḧeyf gyanekem ḧîzane mirdî
ḧeyf wek pyawî aza nemirdî
ḧeyf ey gencî xawên weku guł
mirdî û arezûy min nebû ḧasił
of řołe mirdî negeyîm bemrad
of řołe mirdî û kurd nebûn azad
hey dad hey bêdad hey řo řołe řo
birînî cergim qet nakirê pero