cêjnî azadî

Li pirtûka:
Çend Berhemêkî Berayî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 3 Xulek  1182 Dîtin
newcewananî jîr û wiryay kurd
pîrepyawanî pyaw û azay kurd
bêçwe şêranî çapik û bêbak
taze lawanî mîllî û xwênpak
newnemamanî baẍçey awat
karbedestanî ḧîzbî dîmukirat
ey ewaney ke çaw begryan bûn
dij û damaw, kiz û perêşan bûn
bo weten řoj û şew degryan zar
dîtu lew řêyeda hezar azar
beş biřaw bûn le xoşî û şadî
derkirabûn le baẍî azadî
mujdebê lêw ke paş gelêk zeḧmet
paşî zor ře! we tałî û meynet
paşî tałan û ceng û derbederî
paşî kuştar û şîn û quřbeserî
paş wey sed mezin, hezar serdar
leser azadî řowîne ser dar
paşî wey sed hezar kuřî lawçak
destî dujminan: le xwên û xak
gewzî bû daykî boy le sîngî da
bezeyî hat beḧałî ême xuda
yarîdey dayn û kirdye me’mûr
bo necatdanî kurdî, hordûy sûr
mîlletî kurdî bêkesî řizgar
kird, lejêr çengî dujminî zordar
kurdewarî becarê azad bû
kurdî ẍemgîn bekeyf û şad bû
aşkira hełkirawe beyreqî kurd
hatewe destî lawî kurd ḧeqî kurd
têpeřî řojî řeş nema demî xem
řojî kurd hateder lejêr mij û tem
bome ew sałeke çilon zistan
xoştire zor, le mangî cozerdan
gerçî êsta nemawe guł le çemen
wek gułe řûmetî kuřanî weten
îstekane tewawî mîlletî kurd
kiç û kuř pyaw û jin dirişt û wird
bê xem û lêw bexende û şadin
boçî çunku ewêste azadin
ey birayanî mîllî û diłsoz
řojtan baş û cêjnetan pîroz
ewî awatî êwe bû dîtu
nîştiman serbexo û azad bû
beyreqî cwanî êmeye êsta
deyşekênî le her biłîndêk ba
karî xoman bedestî xomane
êste ba kwêrbê çawî bêgane
ta hezar sałî dîke îstalîn
her bijî yařebî: biłên amîn
çunke derbest ḧeqî ze’îfane
lagrî dîl û bê newayane
bo ewey bêkesan bika mesrûr
payedar bê û bimênê hordûy sûr
pêşewaman bijî lebo xizmet
kirdinî, dîn û mezheb û mîllet
řebî her kes ke dujminî kurd bî
herdû çawî derê û milî wird bî
bimre hêminNasnava edebî ke to leser zyadî
mayewe, çunku dîtit azadî