meḧkemey îstîqlal

Li pirtûka:
Çend Berhemêkî Berayî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 2 Xulek  1020 Dîtin
«em hełbestey jêrû çend diłope firmêskêke ke le şînî şehîdanî řêgay serbexoyî kurdida řijtûme û pêm waye hemû kurdêk çi xwên germ bît çi xwên sard bexwêndinewey şê’rekan bê îxtyar firmêsk deřêjê û tûk û le’net lem meḧkeme menḧûse (ke tiruskey hîway kurdî kujandewe û serbexoyî kurdistanî wedwaxist, bê sûç û tawan emrî heławesînî cenabî şêx ’ebdulqadir û hawřêkanî derkird û le şînî ewanda netewey kurdî bo hemîşe desu’ejno dana) deka».
dwê şewê giryam heta řoj, pêt biłêm bo çî bira
meḧkemey menḧûsî îstîqlal webîrim hatewe
řîzeyan bestibû le pêş çawî mina giştî hemû
em şehîdaney ke xinkawin besed awatewe
pak bekfinêkî le xwêna şetił û lêwêkî bebar
pak beřengêk û qyafêkî peřyû û matewe
hate gwêm lêkřa deyangut «ême kujrayn bê xeta
mîlletî kurd ta bekengî tołeman nakatewe
min leser lutkey biłîndî kêw le ḧeq dawa dekem
toş bipařêwe cenabî şêx leser řûy tatewe
bełku řuḧmêkî bika pêman xudawendî řeḧîm
çîdîke jêr des nebîn dîsan wesermanxatewe
(hêmna) pêt wanebê yezdanî bê hawał û ferd
keyferî em zułim û zore, bê ḧîsab nadatewe