kurdim û...

Li pirtûka:
Çend Berhemêkî Berayî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 2 Xulek  1435 Dîtin
kurdim û daway ḧiquqî payemałî xom dekem
małî xome mułkî kurd; dawayî małî xom dekem
mułkî kurdistan îrsî bab û bapîrî mine
îd’ay ḧeqiq û mîratî ḧełałî xom dekem
herweku baran le çawim dête xwarê eşkî xwên
her zemanêk berjewendêkî le ḧałî xom dekem
gerçî lay aẍa xeyałî xawe mîllyet
min lelam başe heta mawim xeyałî xom dekem
min ledes bêgane qet nakem şikayet ey řefîq
ger şikayet kem le çengî mam û xałî xom dekem
nasîḧa bes pêm biłê fîkirî meḧałe fîkirî tu
nisḧetim nawê emin fîkirî meḧałî xom dekem
řojê şêxim dît û pêm gut hetbê ḧîsî mîllyet
pêy gutim min çîm lewane dawe swałî xom dekem
min îtir mahût û şałî ecnebî nakem leber
řankuçoẍey xom le bûzûy řengî şałî xom dekem
çîdîke zeḧmet le bo mindałî xełkî nakêşim
’îlim û zanist û huner fêrî minałî xom dekem
ya deřêjim xwênî pakî xom leser em meqsede
yane fîkirêkî bo biray řût û řecałî xom dekem
çawedêrî řojî xoşî cêjnî serbestîm emin
ger mudara wa degeł emřojî tałî xom dekem