hełdekem

Li pirtûka:
Çend Berhemêkî Berayî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 2 Xulek  1246 Dîtin
min ke bêdengim ewêsta çawenořî hel dekem
hel ke bom hełkewt enca baskimî lê hełdekem
zor be’umêdî xuda lew xake pakey derdekem
dujmine bêgane axir çon degeł wî hełdekem
nabî çîdî darî min bixiwat û lêy swarbî ḧerîf
darî damey xom lebo lay xanî aẍa hełdekem
nayełim tarîkî çîdîke wiłatim dagrê
xwa mededkar bê çiray zanistî têda hełdekem
wek cigên waye zeman her kes cigî xoy têdexa
ta çeqî hemuwan bihînê min cigî xom pel dekem
namewê min serbiłindî xom û daym koşiş
bo biłîndî û berzî û, azadbûnî gel dekem
qet degeł bêganekan wełłahî danûm nakułî
min ke şahênim çilon axer řefîqîy qel dekem
her kesê derbarey ew qewme bed bidwê bira
wa dedem mistêk le zarî min didanî kel dekem
her kesê bo lay sinûr û serḧedî xakî weten
bê, dedem berdêk le laqî desbecê ew şel dekem
hênde fêławîm ke dujmin wêm kewî ta herdû gwê
qum debê, çunke befêł ew tûşî lîte û zel dekem
xoş bî bûzûy xom çi miḧtacim bepeşmî xarîce
taku cawî xom hebî bo cameyî melmel dekem
sardî û germî řojgarim çêştuwe bexuda gelêk
bê ewey miḧtacî kes bim mişkilî xom ḧel dekem
dwê şewê daykî weten «hêmin» le xewda pêy gutim
řołe kirdarit ḧîsabe, kengî guftar ḧel dekem