cêjwan

Li pirtûka:
Bargey Yaran
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  1627 Dîtin
ew pencey wa le bê hêzî delerzê
kuşîwyetî memkołey bałaberzê
ew didaney êstê nemawe taqî
gestûyetî zor car çenegey saqî
ew çawaney somayî lê biřawe
hênd le cwanan dagîra, dagîrawe
ew lêwey wa êstê barî girtuwe
kułmey nerim û nołî yarî girtuwe
ew bahoyey zemane lêy biřî hêz
kam kîj cwane girtûyete nêw amêz
ew diłey wa jwanî dewîst û cwanî
êsta piře le ẍem û le nîgeranî
ew pêyaney şerzey kirduwe kutir û kwan
mandû nebû qet le hatuçoy cê jwan