şîngêřî

beboney bordmankirdnî şarî bane lelayen bałefřekanî ’êraq le 15y cozerdanî 1363
Li pirtûka:
Bargey Yaran
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 2 Xulek  1375 Dîtin
bane wêrane ciger biryane
leş siře, dił piře, çaw giryane
bem behare gułî wê peřpeř bûn
wa bederdî xezełî payz çûn
cergî mêlaqe le daxan řeş bûn
eşkî şillêre werîn û geş bûn
pîr suleyman xemî dîke naba
sîse dar û dewenî arbaba
ewî şîn mawetewe şîngêře
her gełayekî hezaran dêře
mêk û mîrajî behawkarî yek
çûne ser xełkî hejarî bê çek
zor beřqitir le qerarî caran
bane wêrane, kira bombaran
herçî xanû bû le nizim û berzî
wek diłî ’eskerî be’sî lerzî
her bezar xoşe dełên şeşsed kes
ya nema, yane beḧał mawye nefes
mêşke pijawe lenêw xoł û xak
let û pet bû leş û endamî pak
çołeme, dîzełe, ejno derçûn
mał nema, yane řima, ya, serçûn
des peřî, mûre şika sîneş çak
jinî pak řoyî, biřa pyawî çak
baş bizane gelî duřnasî wird
eweye, her heqî efleq bo kurd
ewî hawsenger û pişt û pałme
dyarî da dyarî biřey napałme
şeřfiroş be’sîye ey êranî
şeřfiroş çî gereke? wêranî
çi nehawend bê çi bane û dizfûl
be’sî wêrangere êsta mes’ûl
şeřfiroş mûşek û bombê dawê
şeřfiroş řaḧetî êmey nawê
zigî nasûtê beḧałî ême
diłî kurde le řiqî ew kême
têdega xełkî meger mêşkî řizîw
çi deka be’sî bekurdî ewdîw
em qeładzey beşehîd meşhûre
her benapałmî be’is xapûre
gewzî lem şare le nêw xwên û xuř
besedan pîr û minał kîj û kuř
gundekanî hemû lê řûxandin
řezekanî hemû lê sûtandin
kanîyekanî besmît dařiştin
yanî serçawey jyanî naştin
day le sêdare ewî bînasim
çend hezarî weku leyla qasim
bezeyî kwa le diłî berdîda
şumrî nagatê le namerdîda
beqsey ew ewî xêreser bê
deykujê ba kuřî pêẍember bê