apoloy maç

Li pirtûka:
Bargey Yaran
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  1478 Dîtin
beḧîcabî îslamîyewe dîm cwanê
małe babim ay lew xele û xermane
nemdîbû mangî çarde wa řûnak bê
besawî pak lenêw ceẍzî xermane
***
gunaḧ nebû, têm hełřiwanî, netirsam
le çemołe û cinêw û bołe bołî
ewî cwan bû le řûy ewda bedîm kird
henye, kułme, dîde, biro, mijołî
***
ke dîn nebê, dînî degořê bo to
ew tersayey bê tirs raymûsî xaç
kiçî şermîn beřûsûrî denîşê
leser řûy to şewêkîş apoloy maç