xanenşîn

Li pirtûka:
Bargey Yaran
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  1230 Dîtin
bulbulêk bûm le řikeyda be beharî řengîn
dûr le gułzar û le dîdarî gułałe û nesrîn
kazîwe, bo lik û popî gułî baẍî defřîm
peř û pom pêwe nema, nîme îtir hêzî fiřîn
destî ew řawkere biřzê ke biřî baz û biřist
sûřî sûrguł bidem û řû bikeme mêrgî şîn
min çirîkem hemû sûçî çemenî piř kirdibû
êste naye le gerûm bêcge le nałey xemgîn
min ke şîngêřî hemû sûre gułî peřpeř bûm
řenge her diřkî peřîw lêre bika bo min şîn
min ke bo dîtnî guł hêłî sinûrim depeřand
her leser heq gutnê řûte kiram xanenşîn
şaweřîxne degeřê wa le derawî çomeł
dînî dînî gułe ew bulbulî dił piř le ewîn
taze diłxeste û peřbeste û bê destem min
were der řawkerî diłřeq le kelên û le kemîn
têpeřê hênde benaxoşî eger jînî dirêj
xozge sed xozge bewaney kem û asûde dejîn