derdî derûn

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  1896 Dîtin
kurd ebed nagate meqsed nokerî bêganeye
dû diłn pîsin legeł yek, boye wa bê laneye
mîlletêkin bo nemanî yektirî her hewł eden
daxekem wird û diriştî şêt û şeyday aneye
sen’et û ’îlim û me’arîf zeřřeyek bawî nîye
pyawetî layan betenha çefte û camaneye
bo qisey zil bê qisûrin, basî kurdîyet eken
kurdîyet xurmaye boçî, ba qisey şêtaneye
mîlletî bê ’îlim û exlaq çon be îstiqlal ega
wasîtey berzî û tereqqî hîmmetî merdaneye