ey kurd besyetî

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 2 Xulek  1780 Dîtin
ey kurd besyetî takey em şîwen û fuẍane
bê sûde of û aman lem ’esre bê emane
pařanewe û kesasî bê kełke pare naka
’ezim û sebat û ẍîret pêwîste lem zemane
***
ḧuřîyet û ’edalet diroye bê esase
bo des biřîne giştî em hemû deng û base
ger tefre xoy bemane xwênit ekirête kase
jyanî kameranî be hewł û řencî şane
***
em xake pake ’eynî beheşte ḧeyfe wa bê
wêran û sûk û bêkes, esîr û bê newa bê
em ḧałe tałe besye takey îtir řewa bê
şewgarî şûm beserçû, gerd û gułî beyane
***
eger beşêneyî bê řenicit hemû bebaye
çunke em řoje řojî sîr’et û kehrebaye
îş ken bedest û birdî, firsete, werne kaye
gelî çalak û xêra serberz û şadmane
***
em kurde gurde êsta ke bê kes û hejare
milî bo şîrî dujmin xwar û keçe û lebare
qewmêkî hênde neberde yekî beşî hezare
xwa gewrekanî bigrê bê kełk û hîç nezane
***
dexîle lade bêkesaNasnava edebî lem kełkełe û xeyałe
biłê besaqî hestê bot piř bika pyałe
em pend û şî’rî toye bê qîmet û betałe
mîllet ke bê ze’îm bû jyanî zor girane