deqî witey pêşekî

Li pirtûka:
Řengaɫe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 14 Xulek  1086 Dîtin

îsteyş le paşkoy em pêşekîyeda emewê deqî tewawî ew witeyem bixeme pêş çaw ke bo yekem car le koře gewrekey sitokhołimda, le řojî 1987/8/8da, le hołî «fulkêt hwîs», leberdem sedan kurdî aware û dûrułatda û dwatrîş le zorbey êware kořekanî wiłatekanî dîkey ewrûpada xwêndewe. bełam pêwîste amajeyş bo ewe bikem, ke le miştumał û bijarkirdin û dwa çawpêdagêřanewe û dařiştineweda, qełemî lê zyadkirdin û biřînî hunerîm tê xistotewe. bełam begşitî heykelî witeke û hêłî mebestekan û zemîney kat û şwên û řûdaw û bîr û boçûnekanî ew wextem wek xoyan hêştotewe.

dyare hoy hełbijardin û çapkirdinî em witeyeş lêreda cige lewey peywendîyekî tundutołî be beşêkî zorî şî’rekanî em dîwanewe heye (betaybetî ew berhemaney bo pêşmerge û şehîdanî pêşmerge û neberde xwênawîyekan witrawin) le heman katîşda le zor biřgey em pexşane witareda barî serincî edebî û fîkirî xom be kurtî derbiřîwe. ca egerçî em witeye ber le karesate gewre û merg çênekanî sałî 1988 û dwatir nûsrawe, bełam her kurdistanî letupetkiraw řwangey qełemekey buwe. le layekî tirîşewe, em nûsîne yekemîn yadgarî witarêke ke dway awarebûn û dûr wiłatîm le daykibuwe û ḧez ekem le gewretrîn elbumî dîwanî xomda bîparêzim û letek şî’rekanmida bo newey kurdî dwařojî cêbêłim. le layekî tirîşewe leber’ewey witeke le esłida bo «xwêndinewe û gwêgirtin» nûsrawe, dwatrîş her wam la pesend bû řûy demudûkirdine xełkî le witarekeda çon buwe bewcore dayřêjmewe.

***

xuşk û bira azîzekanim!

hawřêyanî xoşewîst!

le kurdistanî şořş û heło sûrekanda, le şewî xakêkî hemîşe jangirtû be birûske û řehêłewe, le gilorbûnewey kesteke befrî temenî řû le lêjayî û daçûnî xomda, bo carî sêhem, sêhem şeqjin û hełfiřîn, minî ’aşiqî wek «mem û welî» sewdaser û řoḧ gilaraw, hoş û goş awêzan bûy, le dewrgeřawî, bejin û bała sewzî ew xake dezgîrane şîrîne, wek qełemêkî dîkey wişe le kirdar muturbe kirdûy «yekêtîy nûseranî kurdistan», řûy hełwêstim kirdewe şaxî qîble û pişt û pena, lay ew baze beleş řûtełe û be gyan têruteselaney, ke ledway kesîrebûnî her çwar pelî espekey eylûl û heresî hîwa bejêrewe kirdûy mange şûmekey «marit»ewe, ta emřo, leber meteřêzî herpêşewey řûbeřûbûnewe û çing nane çingî mergida, leser deme xencerî lûtkewe bangî azadî eden û be destî demar derpeřîwî baweř, kûrey agirî řapeřîn û zemîn coşdanê edemênin, ke xwên sûtemenî û gyanî ałuwała deste berêtî. ew kuřaney kêwî serkeşin û ciłewnekirawin. ew efsane řastîyaney leber řiqî estûr û diřkawîy pelamar û şaławî bekełbe cîřî dagîrkerda wek mahî û řewezî hezar be hezar ’asîn û le gerdelûlî hełmetyanda meḧałîş yix eden! ew kun le cergida nebuwaney ke deste le dway deste le mirinda jîn û le hełwerînda geşanewe û le sûtan û hełqirçanyanda şefeqî berbeyan bo aynde ehênin. ew çirawganey le tarîkistanî çaw çaw nebînî dway heresewe, le kot û pêwendî şexte û pişkoy le dest û qaç aławî zîndanewe, leber ełqey şořewebûy petî sêdare û jêr burdumanî dozex’asawe, le dinyay be jeng û jarî dem dapçiřîwî birsêtî û tînwêtîyewe, çawyan hełhênawe û kewtûne řê û eweta êsteyş her çya û dundî keł miln û her ḧesarost û şaho û ararat û pîremegrûn, eweta egerçî dinyay çawçinok û keřulał û bonî dem newtawî, cîhanî be giftar pêẍember û be kirdar sozanî, le astî dastanî qaremananey efsane’asay pêşmerge û çiře dûkeł û bokřûzî em kurde tenyayeda, çaw binûqênê û be misî berjewendî gwêçke tepekanî xoy bi’axnê, legeł eweyşda, eweta ew birûske û ziryanane, mêjû exułqênin, le henawî xwên û řenc û areqey zengoł zengołî řêgayanewe, guł’estêre da’ebarê eweta legeł qiřkertirîn çekî nehengî řijêmêkî ta bîneqaqa le xwên hełkêşrawî kurdida xorin û ecengin, be kiłpey ceste û biłêsey xoyan tarîkîy řa’emałn, nirkeyşyan her zułał û zengî deste û pelîşyan piř be gwêy hemû kurdistan eziringêtewe. min le kurdistanî ew pêşmerganewe hatûm û piryaskey çwar werzî şî’rîşim ber lewey le: şam û filorense û vêntisya û tornyo û sitokhołim kirdibêtewe, pêştir, le merge û sîrwan û sergełu û bergełu û gapîlon û yaxsemer û dołî cafetîda kirdotewe, noberey beşî zorî em mîwey şî’raneyşim ber le êwe ew pêşmergane kirdûyane, dem şîrînkirdin û aferîn û oxey gyan û zerdexeney çawî ewanîşim le hemû xełatêkî tirî naw em dinyaye le la benirxtir û pîroztir û gewretre!. min lew mełbendanewe hatûm ke le kurdistanî xwarûda, le řêřewî behełmet û azarî dirêjî şořşî nwêda, le nêw hemû têkoşeranda, lenêw hemû şořişgêřanda, lenêw hemû kełemêrdanda, řûbarî xwênyan le hemuwan bexuřtir û berdewamtir û jimarey kełemêrdî ser biřawîşyan le hemuwan zortir û petî sêdare û qenareyşyan le hemuwan dirêjtir buwe! lewêwe hatûm, baweşêk lew şî’ranem bo hênawin ke bon û beramey xakî muqeddes û gułî kêwî û areqey bergî xakîyan lê dê. be demare derpeřîwekanî piştî dest û qaçyanda xwênî şehîdan egeřê. le bała awêney: wêne û řiste û zemawendî wişekanyanda, çawî xemawî û milî belarewe girtûy mindałanî perewaze û, bejnî dirextî bepêwe hełpiřûkaw û, gułałesûrey sîs bûy goney kiçî dezgîran kujraw û, lencey kotrî sipî be dûkeł řeş bûyan tya ebînrê. ew şî’raney le koçî germên û kwêstanî berewjûr û berewxiwarda henasey pêdeştekanî germênyan be henasey sardî kwêstan û zenwîrekan muturbe kirduwe, ew şî’raney ke le hegbe û kołepşitî pêşmerge lawaz û řeqełe le ask çuwekanî tîpekanda, her be tenîşt řîze fîşekewe hełgîrawin û em ser û ew serî neberde dûr û nizîkekanyan kirduwe û gelê carîş her le pał ewanda zamdar û şehîd bûn û pêkewe xwênyan çořawetewe bin dewen û biniçk û ser taşeberd û cogele awekan. ew goranîyaney le çirîkey deng hełbiřînyanda sinûre mêrdezmekan ebezênin û le yek katda wek tirîfey mangeşewêkî hawînî dem be şine, zîw pirjênî qijî dyarbekir û bałay sabłax û çawî hewlêr be yekewe eken. le yek katda pencerey hetawî naw diłî yełmas gona û neco û aware û sułtanî û leyla qasim û şehab exene ser pişt. her le yek satîşda, le yek çaw tirûkanîşda, pole çolekekanyan denûk le zirêbar û sîrwan û wan wer’eden û be yek dengîş bo ’eşqî şî’rî xanî û nalî û wefayî exwênin û le yek katîşda serçopîy şayîy yekgirtin û tebayî û aştibûnewey germî kurdistanî le etruş û mêrgesûr û zaxo û bameřnê yusfî û dołî cafetîda egirin!.

em çarenûsî xoşewîstîye pîroz û mezne wek hełgurd û agirîdaẍ û şahon, ne gazî jehrawî hełgurd exnikênê û ne zîndanî ewîşyan agirîdaẍî pê řapêç ekirê û ne petî sêdarekanî ew layş egate milî şaho!.

hawřêyanî xoşewîst:

a lem řojgare emusteçaw û, jyane be hełet û dijwarey êmeda, şî’ir ebê çon bê? em hunere nask û girane, nask wek bałî pepûle û giran wek dagîrkirdinî diłî şořişgêř!, hunerêkî wa çon etwanê lenêwan şeřî çarenûsî xor û şewezengida, lenêwan hestî taybetî şa’îr û daristanî hest û awat û xozgey xełkida, lenêwan fennî wirdekarî, wirdekarîyek be wêney karî heng û kirmî awrîşim û lem lay tirewe siruşt û pêdawîstîyekanî řojaneda, tewer û çeqî řasteqîne bidozêtewe?! şî’ir ne qise û hełbestinî sakare û ne diruşmî zeqî bangeşe û û hawar û cař. ne girêkwêre û ne metełî hezar pêy be pêçupenay wişe girift. şî’rî řasteqîne wek řastîy asane û her wek řastîş girane. kutumit le xoşewîstî eçê ke neçuwe qułayîy naxewe, wek guł gware gwêçke derûnî nesmî, ke le jê û telî hest û nestî gwêgir û xwênerî neda û neybizwandin û gełakanî dirextî diłî neleranewe, zerdexene, yan, firmêskyan nezande kalaney çaw, ke diłdar û diłxiwazî peyda nekird nabin be şî’ir ba be zaxawî zêřîş binûsrêtewe û yan ba sedan xêłî řexnegrîşyan le piştewe bêt!.

zerdexeney cwanî mindał û azayetîy pêşmerge,

birîsk û hûřî nîgay diłdar û pełkezêřîne,

bon û haławî nanî germ û gewreyîy şehîd,

çon bebê hîç řasparde û vîze û tikayek xoyan eken be naxda û dezûley tezû be cesteda dênin û le sersamî xoyan hełman’ekêşin, şî’rî řasteqîne û řesenîş, şî’rî pak û cwanîş, kon bin yan taze, her wan. lem lay tirîşewe, ew şî’rey, ew hunerey le diłî gelekey xoyda nejî hergîz le diłî hîç gelêkî dîkeda najî.

hawřêyanî xoşewîst:

wekû gułebeřoje û xor, wek heng û gułan, dwênê û emřoyş xoşewîstî û çawî pêşmergey wiłatekem le kwê bûbê şî’rî minîş xoy bo ewê kutawe wek çon natwanim le dest û pence û sîma û deng û řengim le wêne hemeřengekanî nêw elbumî mindałî û řaburdûy xom peşîman bim û gazereyan lê bikêşim û nikułîyan lê bikem herwayş le hîç şî’ir û goranî û hełwêstêkî xom peşîman nîm, ewane minin, be nişêw û hełdêr û berzayî û nuçdan û serkewtin û hełe û lawazî û behêzî û gewcêtî û jîrîmewe, be berhemî kałukirç û geyîwmewe, wek witûyane şaxîş bê derał û kendełan û şîw nîye, bełam her le seretay řêga, ba hengawekanim têkełupêkełîş bûbin, herçî goranîyekim witbê, gerû her gerûy xom buwe, yezdanî xwast û dawakarî her le naxî xomda buwe, yekemîn serçawey hełqułînî hemû şî’rêkim be awî tał û şîrînewe le qena’etî hunermendaney xom û înca řengidanewey xwast û ḧez û awat û xozgey gelekemewe lirfey kirduwe. min wek şa’îrê ew xoşewîstîyey gyanim kemendikêş ekat. hizir û hest û nestim esûtênê û agirî ’eşqî tê ber’edat, lawik û ḧeyranî diłdaraney xomî bo ełêm hezar řeqîbîş be sermewe westa bê! ca bo gułêk bê, yan kiçê, yan řûbarê, yan komełê giring eweye xom serpişkî hełbijardin bim û serbestaneş le şeqey bał bidem û diłdare şeydakem û perwane giř têberbuweke û herwayş bûm! şa’îrî řasteqîne û danetaşraw, ne be tika û ne be zor dirust nakirê. şa’îrî wezîfe û dataşraw şî’rekanî be mirdûyî ledayk ebin. min dwênê û emřoyş ber lewey em komeł yan ew řêkxiraw, řengî zemîney ḧîzbayetîyan řiştibê. min xawenî baxî şî’rî xom bûm. tenanet ew bira û hawřê xoşewîstaney ke min biřwam pêyane û be dostî nizîk û hawbîrî xomyan ezanim, ewan ber le kesanî tir, biřwayan wa buwe, ke asoyekî firawan cêgey xwêndinî kewî şî’rî mine nek hîç qefezê!. bełê min hemû kurdistan û înca hemû cîhanîş be şwên geşt û asmanî fiřînî şî’rî xom û dengî xom û hestî bê sinûrî xom ezanim. xo xoşewîstî le pêşî silêmanî ke xom řiskawî ewêm, bo hergîz le ewîn û xoşewîstîy mehabad yan dyarbekir kel ekat û kem ekatewe?! bêguman ełêm «ne’» û ca eger êweş ew xełate here meznem pê řewa bibînin, ewa min xom be şa’îrî hemû gelî kurd, be şa’îrî şořş û pêşmerge û guł û mindałî kirmancîy xwarû, kirmancîy serû, be şa’îrî kurdistanî dayk ezanim!. emřo û dwênêş, layengîrî û dostayetîm legeł her ḧîzbêkî řizgarîxwaz û şořişgêřî kurdistanda, hogirbûn û aşnayetîy zyatrî (beşêk) lew şî’raney ke serçaweyan le qena’etî syasî û ezmûnî jyanî pêşmergayetîy xomewe girtuwe û hendê car daşkanewey bałî fiřînyan be layekda leberçawtir bê, eme hergîz manay pasawdanewey hełe û hendê hełwêstî be lay minewe nadrustî syasîy ewan nageyênê, tenanet bîruboçûnî dû pêşmergey yek řêgeş kutumit û le hemû serêkewe yekangîr û cût û kok nîn a lem řwangeyeşewe, wek lorkay şa’îrî şehîdî îspanyayş witenî «ewaney eyanewê zyanim pê bigeyenin û azarim biden, wextê xoyan befîřo eden, çunke min her yekser çize û kispey ew azaranem bîr eçêtewe û be pêkenînewe berew řûyan eçim».

hawřêyanî xoşewîst:

êmey kurdî aware û perewazey dûrewłat, a lem werçerxane mêjûyîye naskey emřoda, lem serdeme tûşeda, lêreyş û le hemû kuncêkî derbederîy nêw em cîhane ałozeda, çarenûsî jyan û bizutin û dwařojî xoman û diłnyayî û zerdexeney mindał û newekanman be bizûtnewey azadîxwazane û şořşî řizgarî û serbexoyîy ew cwamêranewe bestirawe ke îste û a lem sateda bekomeł ebne sutmakî newrozî azadî naw sengere sertaserekanî hemû kurdistan. deba êmeyş be giftar û kirdar, be deng û qełem dakokîyan bikeyn û biçîn be pîr karwanî xorî ewan û bangî heqî ewanewe, ey ême kuř û bira û hawřê û kiç û xuşkî ewan nîn û her hemuwîşman le dawênî pakî kurdistan nekewtûynete xwarewe?!

hawřêyanî xoşewîst:

ew deske gułe şî’raney lem êware koředa eyanxeme naw gułdanî berdemtanewe, gułî řengawřeng û hełbijardey baxekanî çendîn sałî şewnxunî û gîngił û řenc û hîwa û serkewtin û jêrkewtin û giryan û bizey řaburdumin. le her baxe û çepkê. le şarewe bo şax û le şaxewe bo êre û ta dwa gułe şî’rê ke le sitokhołimda xunçey kirdibê û geşabêtewe. le şî’rî wek sîrwan henase dirêjewe ta egate şî’rî wek girdołkekanî kerkûkim kurtebała!. le goranîy demuçaw xołayî û pêpetîy mindałîyewe, bo sirûdî řapeřîn û dengî giřî gewrebûn, le çawî řeşî kiçe kurdêkî diłxiwazî şwankarewe, bo dinyay azadî û şořş û şořişgêřanî her hemû dinya. le çuxme tarîk û nutekekanî dway heresewe, bo lay tirûske û şewqî çawî ew momaney leser taşeberd û nêw eşkewte nisirim û şêdarekanî «qendîl»y sipîpoşda dagîrsanewe. le awî tînuwewe bo şayîy şehîd, le soz û ewînî diłdarî û siruştî řengîn û teř û parawî wiłatekemanewe, bo kawlaşî be sutmakkirawî dêhat û kispey řagwêzan û derbederî û awarebûn û heway jehrawî...