pêşekî

Li pirtûka:
Řengaɫe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 14 Xulek  879 Dîtin

le beharî sałî 1985da, ew katey le gerûy sewzî be xuře û hajey derbendekey bergełuCihda, le xakî pêy dagîrker nedyû, le sêberî çyay piř çirîkey hełoy pêşmergeda ejyam, wek diłî şî’ir û hestî nadyarî ew dîw temêkî çiř, xeberî ewem bidatê ke em careyan řêgay çarenûsî koçkirdinêkî dûrudrêjim lebere û umêdî geřanewe û şadbûnewey serberzane û řûsûrane be dinyay şar û carêkî dî be têruteselî û berfirawanî çapkirdinewe û biławkirdinewey berhemekanim, le tirûskey momê kiztire û her tenha xewnêkî şewaney bizřikawe û em şewezengey kurdistan bejar û jenge û exayênê, çirpey le nepnidîyewe hatûy ew xebere efsûnawîye wa ehate gwêy ziringawey nêw jûrî tenyayîm. boye gelê car xeyałim dûr dûr efřî û be dem pirsî xozgeyekî hełqirçawewe be xom ewt «axo key ew derfetem bo hełkewê û bitwanim le helumercêkî guncawda beseryekewe yan le çend bergêkda berhemekanim çap bikem?». berhemî perşubław le xêzanî dabřaw û dûrkewte leyek û awarebû eçin!, betaybet dway ewey beşêkî ew berhemane, têkełupêkeł, le peře kaẍez û defterî çirçuloç bûy girmołe bûda her yeke û le qujbinêkda gîrsabûnewe, em xozgeye le şaxewe serçawey girt. hełbet ew bizûtnewe řoşnibîrî û edebîye şêlgîrey ke her le sałanî dway heresî şořşî eylûlewe, lew şaxudaxaneda û le kune eşkewtida ledayk bûbû, lenêw çeqeneberda pêřewke bûbû. betaybet le dway hatnekayey (yekêtîy nûseranî kurdistan) û ta ew katey minîş řûmkirdewe çya û bûm be şagirdî ew yekêtîye û nizîkey dû sał şerefî hawbeşîkirdin û beşdarîm lew bizutneweyeda pê biřa û ta dwatrîş û ta ew řojgaraney ke gazî jehrawî û çekî kîmyawî lew mełbende azadkirawaneda tengî be jyan û henasedan hełçinî, ta ew serdemeyş û ta îsteyş û berdewam. meşxełî hełkirawî ew bizûtneweye şanbeşanî hełmet û şeřî çarenûsî pêşmerge gyan leserdestekan, bexşinde û berfirawan, her le geşekirdin û tîşkidanewe û tenînewedaye, çapxanekanî nêw ew lêrewar û kej û herdane, xoyan bo xoyan şořşêkî tirî berengarbûneweyan hełgîrsandibû. řîze namîlke û kitêbî edebî, ferhengî, mêjûyî, wergêřdiraw, her le şî’ir û kurteçîrok û řoman û babetî řexnewe ta egate ser babete corbecorekanî tirî kultûr begşitî, şayetî bełge newîstin bo şan û şikoy pîrozî ew bizûtneweye. her le germey coş û xiroşî ew bizûtneweyeda bû, ke çend carêk ew şî’raney peywendîyan be edebî berengarbûnewe û serwerîyekanî cîhanî pêşmergayetîyewe heye, çi ewaney le şar nûsîbumin û be nehênî biław bibûnewe û çi ewaney le şax û le nizîk sengerekanewe le dayk bûbûn, lew çapxane xoşewîstaneda, le çap diran û le eşkewte nisirmekanda seryan le hêlkey wişe cûqa û, le řewezekanda pêyan girt û ta dwatir çûne ber hetawî pêdeştekan û ser’encam xoyan kird be henaw û dił û hegbey hezaran pêşmergey germên û kwêstanî gele qaremanekemda, her le beharî ew sałeyşda bû, ke le govarî «gizing»y yekêtîy nûseranî kurdistan/ liqî kerkûkda ke ewîş yekêk bû lew estêraney leser «daban» çawî hełhênabû, lewêdabû, agadarîyekim biławkirdewe, ke tyayda bo yekem car nyazî le çapdanewey berhemekanim be xwêneran řageyandibû, tikayşim le şî’irdostan kirdibû, ke eger hendê lew şî’raney lay xom nîn- amajem bo kirdibûn- û lay ewan parêzrawin û ber le dîwanî yekemim le çend řojname û govarêkî ew serdemaneda biławbûnetewe, bom binêrin ta bitwanim le derfetêkda bê kemukuřî û beseryekewe çapyan bikemewe. bełam îtir řoj ledway řoj ziryanî pêşmergayetîy tundutîjtir ebowe û, berengarbûnewey ejdehak tûştir û, şaławî diřindaney asman û zewî berbiławtir û şêlgîranetir ebûn. boye helumercî hatnedî ew pirojeye neřexsa û xewneke nehate dî û peře kaẍezî henasesardim xistewe bawił. le kotayîy sałî 1986da, be destipêşkerî û pêşnyarî diłsozaney řêberanî pêşmerge û wîstî xoyşim řêy hatne derewem berew ewrûpa girte ber, îtir le jyanî dûrułatîda ta buwîşme penahêndey wiłatî swîd ew ḧez û xozgey le çapdanewey berhemanem buwe xulyayekî řojane û le wiłatî tirîşewe dawakarîy berdewamî şî’irdostanî kurdî awarey wiłatekanî ewrûpa û herweha helumercî lebar bo yarmetî û destigîroyî le çapdanyan lem wiłateda, gurictiryan kirdimewe bo ewey bikewme kokirdinewe û pêdaçûnewe û řêkxistin û amadekirdinî şî’rekan ta le nizîktirîn derfetda byanxeme berdest. hełbet ber le min ewe witrawe ke her şa’îrê ta be ser bijî û wek ełên le bazařî mergida nebê, natwanîn nawî sercem û kotayî le çapkirawekanî binêyn, bepêy mezeney boçûnêkîş piřojey le çapdanî em berhemane ke be nawnîşanî «dîwanî şêrko bêkes» çap ekirên, tewawî ew şî’ir û çîrokeşî’ir û şanoname çapkiraw û çapnekirawane egrêtewe, ke le dîwanî «tirîfey hełbest»ewe 1968 ta kotayîy 1988 û çend şî’rêkî seretay sałî1989 nûsîwmin û be sê berg- cizim tewaw ebin. ke wate em dîwaney îste le berdestandaye, ebê be bergî yekemî berhemekan. bełam ewey şayanî base û pêwîste her zor serincî xwênerî bo řabkêşim û agadarî bikem, eweye: ke paş û pêşkewtinê kewtote zincîrey le çapdanî em piřojeyewe, ke pêwîstî be řûnkirdineweyekî xêra heye. wate be destûrî baw û çaweřwankiraw ebwaye beşî yekemî em dîwane, le yekemîn komełe şî’rî çapkirawewe ke «tirîfey hełbest»e destî pê bikirdaye. bekurtî le şî’rekanî qonaẍî yekem û seretawe berew îste bihataye, bełam leber çend hoyek, ke lepêş hemûyanewe, destigîrnebûnî ew komełe şî’re bû -wek pêştir basim kird- ke le katî xoyda neçûnete naw dîwanî yekemewe û her çawleřêy geyştinyan bûm û nebûn, ewîş bo ewey řenguřûy nexşeyekî řûntir û aşkiratir û tewawtirî seretay destipêkirdin û zemîney řiskanî behrey şî’irim bixeme pêş çawî xwêneran û betaybetî ew řexnegraney eger mebestyan bê leser yekemîn serhełdan û pişkutnî ew behreye binûsin. bełam bedaxewe hewłêkî zorim da û çingim nekewtin û ta nûsînî em pêşekîyeş behîway destikewtinyan her çaweřwanim sa beşkû pêm bigen û byanxeme ser şî’rekanî «tirîfey hełbest» ke eçne bergî duwemî em dîwanewe, eme cige lewey lay xoyşimewe wam be baştir zanî ke madem ew berhemaney ta sałî 1984 le şarda û be çapî řêkupêktir û le berbiławtirîn nawçekanî kurdistanî xwarûda û be jimarey zortirîş kewtûnete berdestî xwêneran û kem û zorîş leseryan nûsrawe, herçonêk bê ewan bextyan lew komełe şî’rane çaktire ke ta îste wek dîwanî serbexo çap nekirawin. yan eger çend beşêkyan lew şax û kêwane çap kirabin, leber barudoxî dijwar û ałozî kurdistan û metirsîy hełgirtin û parastinyan řenge fewtabin û be berawirdîş legeł dîwane çapkirawekanî pêşûtirda, eman le sinûrêkî teskitirda biław bûnetewe, ca leber ew hoyane biřyarim da ke le yekemîn derfetî hełkewtûda, em şî’rane çap bikem û lem sere girtinî řêzeda eman pêş bixem û bo carî dahatûyş bigeřêmewe ser ewanî tir. îsteyş berlewey yeke yeke destinîşanî ew dîwanane bikem ke em beşeyan pêk hênawe, be pêwîstî ezanim sebaret bew şî’raney ke le katî xoyanda le řojname û govarekanî kurdistanda biław kirawnetewe ewe biłêm: leber ewey le katî xistine ser defter û nûsîneweyanda naw û sałřojî ew řojname û govaranem tomar nekirdibû, lêre û lem dûrułatîyeyş derfetî deskewtinyan sitem bû, boye nemtiwanîwe wek pêwîst amaje bo yekemîn serçawey çap bûnyan bikem, bełam eger bo carî duwem û lem çapeda her aługořêkî hunerîyan be serda hatbêt, yan têbînî û řûnkirdineweyekî pêwîst hatbête pêşê, ewa ba kemîş bûbin, le perawêzda û le cêy xoyanda xirawnete pêş çaw. eme cige lewey hewłimdawe le katî çawpêdagêřanewe û serperştîkirdnî têkřay berhemekanda be çapkiraw û çapnekirawewe, lem berge û le bergekanî tirîşda, ew hełaneyş řast bikemewe ke lem la û lew la kewtûnete nêw şî’rekanewe, ca çi behoy hełey çapekanî pêşûtrewe bûbin, yan behoy beserdatêpeřbûn û ẍefłetî xomewe, bo nimûne wek têkçûnî kêşî nêw beyte şî’rê lenaw qesîdeyekda, yan paş û pêş kewtinî dû wişe ke řenge manay řistekey gořîbêt. egerçî diłnyayşim em core hełane ekewne berhemî hemû şa’îrêkewe. baxî şa’îrîş bê xewş nabêt.

bo řêberîkirdin û řûnkirdinewe û agadarîy zyatrî xwênerîş, be pêwîstim zanî her be heman řîzî zincîrey çap bûnyan, destinîşanî ew dîwan û komełe şî’rane bikem ke lem bergeda kobûnetewe:

1- dîwanî řengałe: em komełe şî’re ber le îste wek dîwanêkî serbexo çap nekirawe. beşî zorî em honrawane le katî xoyanda le řojname û govarekanî wek: «hawkarî, beyan, birayî, nûserî kurd, paşkoy ’îraq, karwan»da, le nêwan sałanî 1974–1984da biław kirawnetewe. hełbete komełêkîşyan bo yekem care lem dîwaneda çap ekirên û ber le êste le hîç şwênêkda biław nekirawnetewe. hełbijardinî nawî «řengałe»yiş – ke xoy bałindeyekî biçûkî řengawřenge- her lem hemeřengî û sałî cyacya û awaze heme coraney naw em dîwanewe hatuwe û dway wirdibûneweyş wam be çak zanî bepêy lêkçûnî corî babet û aşnayetî û nizîkî her taqme şî’rê legeł yektirda- nek bepêy zincîrey sałřojî nûsînîyan- byankem be çend beşêkewe û her beşeyş nawnîşanî taybetî xoy bo dabnêm.

2- dîwanî dastanî hełoy sûr: birîtîye le yek qesîdey dirêj û le şêwey hêşûyekda le çendîn denke beş pêkhatuwe, bełam her hemû denkekan řwaw û sewzbûy ser yek laskin, yan wek peřî pankeyek çendîn peřn û bełam yek tewer eyansûřênêtewe. em qesîdeye le şarî silêmanî û le mangî eylûlî 1981da dest kirawe be nûsînî û le tişrînî yekemî heman sałda tewaw buwe, em qesîdeye legeł qesîdey «koç»da, ke le hawînî sałî 1975da le menfa û le naḧyeyey beẍdadî nûsrawe û dwatir le dîwanî «dû sirûdî kêwî»da le sałî 1980da çap kirawe, wek dû serî pirdêk, yek yektirî tewaw eken, em qesîdeye bo yekem car le sałî 1984da û lenaw şořişda, lelayen «yekêtîy nûseranî kurd»ewe biław kirayewe û bo carî duwemîş le sałî1986da dîsan her lenaw şořişda le dîwanî «heło»da, wek zincîrey jimare 41y biławkirawey heman yekêtî çap kirayewe. ewey şayanî base, hawřêy edîb kak «samî şořş»yiş pêşekîyekî dûrudrêjî bo em çapeyan nûsîbû.

3- dîwanî keşkołî pêşmerge: le esłida em dîwane her be heman nawnîşan le sê beş pêkhatuwe, ke cya be cya û yek ledway yek le sałanî 1985 – 1986da le çapxanekanî nêw şořişda çap kirawin, beşî yekemî em komełe şî’re le nêwan sałanî 1980 – 1984da le şarda nûsrawin û be nawî nehênî û řêgey nehênî geyendirawnete nêw sengerekanî pêşmerge û le řadyoy şořşewe xwêndirawnetewe. bo carî duwemîş her sê beşeke lenaw dîwanî «heło»da le biławkirawekanî yekêtîy nûseranî kurdistan, zincîrey 41, serlenwê çap kirawnetewe. hełbet xwênerî zîrekîş ebê ewe bizanêt ke şî’rekanî keşkołî pêşmerge ber le hemû kes bo xudî pêşmerge û dinyay ewan nûsrawin û le taqîkirdinewey ewanewe serçaweyan girtuwe. le piley yekemîşda bizwandin û çêj lê wergirtinî ewanim la mebest buwe. her leber emeyş (hendê car) xom be destî xom, le pênawî çarenûse gewrekeda, qurbanîm be hendê layenî sitatîkî cwankarî dawe û sakarane na bełam sadetir damřişitûn. be lay minewe lew serdemaneda, lem meydaney pêşmergeda, hunerî şî’rîş, her ewey dawa ekird.

4- dîwanî awêne biçkolekan: em dîwane terxan kirawe bo kurte şî’rekan, ke le bineřetda dirêjedan û geşepêkirdinî heman taqîkirdinewey postere şî’rî dîwanî «kazîwe»y çapkirawî sałî 1978n, ber lem çape tenha 40 şî’ryan le sałî 1986da û lenaw şořişda be heman nawnîşan (awêne piçkolekan) le çap dirawin û biław bûnetewe. îtir baqîy şî’rekanî tir, ke hendêkyan her le kurdistan nûsrawin û komełêkî tirîşyan le derewey wiłat, ta îste le dîwanêkî serbexoda çap nekirawin, hełbijardeyekîşyan le govare kurdîyekanî ewrûpada lenêwan sałanî 1987 – 1988da biław bûnetewe. zorbeşyan bo yekem care lem dîwaneda berçaw ekewn. ewey şayanî base, hełbijardeyek lem kurte şî’rane û her bew nawnîşane wergêřawnete ser zimanekanî ’erebî û îtałî û swîdî û ferensî û îngilîzî û ełmanî ke hendêkyan çap kirawin û kewtûnete bazařewe û ewanî tirîşyan leberdem kartyakirdin û amadekirdindan bo le çapdan.

5- dîwanî şayîy şehîd: birîtîye le komełe qesîdeyek ke ber le êste wek dîwanêkî serbexo çap û biławnebotewe, çend şî’rêkyan le kurdistan û ewanî tirîşyan le derewey wiłat nûsrawin. çend daneyekîşyan lenêw şořş û le govare kurdîyekanî ewrûpada biław bûnetewe.

6- dîwanî tem tûman: dwa dîwanî em bergeye û birîtîye le dû qesîdey dirêj «tem tûman» û «jehir» emey dwayîyan dwa qesîdey em bergeye û le beharî 1989da nûsrawe, qesîdey «tem tûman»yiş le kotayîy sałî 1988da nûsrawe û pêşkeşî hawřêm şehîd «azad hewramî»m kirduwe ke le sałanî 1985 – 1986da û le jyanî pêşmergayetîda le nizîkewe yektirman nasî û çendîn yadgarîy şîrîn û tałî şew û řojî beyekewebûnî nêw şořş û ew şaxudaxane řîşałî gyan û diłî be yekewe bestîn û dway şehîd bûnîşî her ew xoşewîstîye buwe hewên û giryanî bêdengî em qesîdeye.