men’î min naken le ’eşqa ẍeyrî ew sêye kesê

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  503 Dîtin
men’î min naken le ’eşqa ẍeyrî ew sêye kesê
wişke sofî yek, mela dû, zahîdî ’eyyar sê
dił guriftare le sê lawe ke her sêkyan bełan
çawî yek, berqî nîgah dû hem mujey xunxiwarî sê
kuştew bestew esîrî sê ferengî kafirim
xałî yek sewzey xetî dû tuřřey terar sê
kafrî kirdim le sê lawe be sê esbabî kufir
xende yek řûy bitî dû zułfî wek zennar sê
manî’î řêgey miḧebbet bûn le min em sê sege
ḧîrs yek ḧubbî teme’ dû, nefsî bedkar sê
em syane men’î wesiłim deken katî wîsal
şewqî dił yek hem ḧeyad û naz û ’îşwey yar sê
em syane bo firîbî, ’aşîqan zor mahîrin
ẍemze yek xende lebî dû cîlweyî řeftar sê
min le sê lawe wêł û sergerdan û řîswam her demê
şar yek seḧra û herd dû kûçey bazař sê
bezmî ’eyşim têk deden em sêye her şew katî wesił
muḧîb yek hem řeqîb dû suḧbetî eẍyar sê
em syanem bê eger min namirim xadîmNasnava edebî ebed
saqî yek me’şûqe dû hem saẍîrî ser şar sê