diłî bêçare em care ezanim derdî karîte

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  511 Dîtin
diłî bêçare em care ezanim derdî karîte
weku bilbil le hengamî seḧerda katî zarîte
beḧałî min le xwênî dił desa ey dîde hełřêje
be damen eşkî yaqûtî ke nobey eşkibarîte
dexîlit bim seba ’etrê le zułfî dulberim bêne
le hengamî seḧer katê be koya řehguzarîte
be qurbanî xet û xał û peřu bałit bim ey kotir
were namem bere îmřo ke toş hengamî yarîte
le ḧałî zarî bê ḧałî le gwîma sirweyekim bîst
yekê ey gut binałêne ke katî sugwarîte
xeyałî hate dił ey dił mede řêgey xeyałî tir
ewey bêganeye biřwa ke katî perde darîte
le hengamî ḧizûra boçî ey dił mat û bê dengî?
leber coşî edeb bû ya le zorî şermezarîte
beyadî dîdeyî mestî le xełwet firsetêkit bû
be bezmî mutrîb û saqî zemanî mey gusarîte
be ferda we’dey wisiłit be xadîmNasnava edebî da keçî nem dî
kewa bo bê qerarî dił le qewlî bê qerarîte?