lem şamî fîraqet seḧerî wesił umêde

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  555 Dîtin
lem şamî fîraqet seḧerî wesił umêde
em mateme abustinî sed cejnî se’îde
xwênî nîgehim eřjê be damanî mujem da
nezzare be şimşêrî dû ebroy to şehîde
tarîkî şewî dûrî be umêdî wîsalit
her lem şewe her leḧze ke eřwa şewî se’îde
lem gerdenî safey be letafet ke bilûre
heł’eřjê heta damenî nezzare le dîde
xadîmNasnava edebî be ’îbadet nîye ewqatî ’yadet
te’lîqî be’îde le keremda ne be’îde