dił û dînim be me’şûqêkî řux şems wiqemer dawe
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
2 Xulek
677 Dîtin
dił û dînim be me’şûqêkî řux şems wiqemer dawe
ser û małim be naz û ẍemzeyekî ser beser dawe
weku yusif diłim da kewte naw çahî zenxdanî
le çaha cahî dest kewt çî le aẍuşî puder dawe
xeyałim cezbî ’eksî to eka herşe û le xełwetda
çe muḧtacim be şem’e çîm le řûnakî qemer dawe
beneqdî can be sewdayî sewadî zułfî sewdame
çe xoş sewdaye xir muhrem be yaqût û gewherdawe
le řuxsarî nîgah ẍerqî ’ereq bû lem temaşaye
le bo bezmî temaşa çîm le ’etir wimîşkî teř dawe
le xeymey naze derbeste çe derbeste be min dulber
ełê min çîm le mecnûnî wekû to derbeder dawe
bedewrî şem’î řuxsarî diłim perwane asa bû
ke perwazî be sûtana dewranî şerer dawe
gutim nabşikiwê carê be xende ẍunçey zarit
gutî to çît le nuqtey me’denî qendu şeker dawe
sefer ender weten her şew ekem min ser bezanoda
çe muḧtacim be twêşe wiçîm le ahengî sefer dawe
le qetłî bê gunahan bo çî carê to ḧezer nakey?
çe bû emirit be qetłî xadîmîNasnava edebî wa quř beser dawe?