dił gelê xoşḧale esrarî nîhanî bîstuwe

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  797 Dîtin
dił gelê xoşḧale esrarî nîhanî bîstuwe
mujdeyî wesłî le le’lî yarî canî bîstuwe
yarî min řojî ceza eyda cezayî ’aşiqan
boye mesrûre cefay herdû cîhanî bîstuwe
dił tełebkarî lîqaye qet’î umêdî nîye
gerçî lem me’şûqe qewlî «lin tiranî»Erebî bîstuwe
yar ebê řeḧmê be pîrî û dił newayî min bika
gerçî ew bo xoy ẍirûrî newcewanî bîstuwe
manî key teswîrî qewsî ebrwanî yar aka?
çunkî xoy bes neqşî kemanî bîstuwe
şî’rî şîrînim řewanî kohken eḧya eka
gerçî xesre û tamî qendî esfehanî bîstuwe
mah ke tarîkî şewî dûrî minî řûnak ekird
ew le şu’ley řojewe mujdey nîhanî bîstuwe
dił le cêgey pê beser eřwa le řêgey meykede
we’deyî wesłî le saqî û yarî canî bîstuwe
bilbil bê çare xadîmNasnava edebî ta seḧer hawar eka
we’deyî wesłî gułî katî beyanî bîstuwe