diłî ẍafił çe xeyałit lesere?

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  626 Dîtin
diłî ẍafił çe xeyałit lesere?
lexewa hełse ke nobey sefere
eme nîgahî se’adette kewa
le teref yarewe ke nobey nezere
bo tiřey berqî tecellay cemał
xot muheyya ke, ke xwênit hedere
her kesê ẍefłetî lem kate bibê
nexlî umêdî diłî bê semere
gwê leney bigre ełê çî le fîraq
kê ełê nałey ney bê esere
çe ḧelawet be mezaqî dił eda
şekiristanî diłe nîşkere
wa fenabû diłî bêçare le ’eşq
basî ew wek xeberî bê eserh
ẍeyrî teslîm û řeza çare nye
koşşî ême hemûy derdî sere
’arîzî nawete jêr bendî nîqab
wek xisûfe ke be dewrî qemere
fikirî xadîmNasnava edebî emeye bête ḧizûr
ser be zano buwe katî sefere