xesrew her kesê hawsuḧbetî ew şîrîne

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  635 Dîtin
xesrewe her kesê hawsuḧbetî ew şîrîne
le beheştaye kesê hawserî ḧûrul’îne
hemû ’alem le hewayî senemî çînî dan
senemî ême ke tuřřey şikenî sed çîne
çi bełayeke be lala serî zułfî bo dił
çe xeramêke kewa fîtney can û dîne
çe qyamêke be qamet le qyamet hełsa
çe nîgahêke ke ẍaret gerî can widîne
ḧesretî bedrî cemałî bû ke bûm be hîlal
mîḧnetî zułfî le dewranî guła perjîne
neş’ey sed xem û meyxane eda yek nîgehî
dawî ehlî diłe zułfî ke be ḧelqe û çîne
zułfî aławe be qedya wekû řeşmar û çinare
çe giran bare le řeftar ełê temkîne
pirtewî mahe ełêy kewtuwete burcî ’eqreb
dewrî ’arîzyetî tuřřey ke hezaran çîne
xadîmaNasnava edebî ḧusin û nezer cazîb û meczûbî yekin
karî ’aşîq ne bedîne hewesî her dîne