neş’ey řayḧey baẍ û guł û yasemene

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  755 Dîtin
neş’ey řayḧey baẍ û guł û yasemene
mewc eda her seḧerî yaxu nesîmî yemene
bo řehî ke’bey meqsûde te’elluq ke nema
bo hemû řahrewê xarî muẍîlan çemene
ḧazîrî qelbe egerçî le nezerda dûre
şefeqî şamî ẍerîban gułî subḧî wetene
dest le aẍûşî yekin mewt û ḧeyatim îmřo
řiştey pîrehenim beste be tarî kefene
destî alûde be tesbîḧ le zuhda êsta
şorî mestime ke em desteye saẍîr şikene
xeł’etî feqre le berma ke eçim bo ẍurbet
xerqe alûde bemey řiştey «ḧib alutin»e
şertî ’aşîq emeye xoy weku me’şûqî bê
neqşî şîrîn ke ekêşî hunerî kohkene
key weku bilbil esîrî qefese nîgarî guł?
cêgey řeḧme be řoḧî ke guriftarî tene
cuz peşîmanî nîye ḧasłî şî’irit xadîmNasnava edebî
mesre’it herdû beyek wek kefî efsûsî mine