be yeẍmay biro nîgahêkit dił û can

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  640 Dîtin
be yeẍmay biro nîgahêkit dił û can
le fîtney çawî to dunyaye weyran
be esfendyarî naka tîrî řostem
ewey kirdî be cergim tîrî mujgan
meşêwêne cîhanî wek diłî min
perêşanî meke zułfî perêşan
îḧatey koy zenxdanî ke da zułf
minîşî da be şeq wek go le meydan
le giryem qet nebû carê diłit nerim
çe te’sîrî nîye yaran le sindan
bikem wesfî dehan û hem myanit
qisey hîç bo bikem ba nebte buhtan
diłî yusif nejadanit esîrin
hezaranin le naw çahî zenxdan
be yadî le’lî lêwî to hetakey?
le çawanim biřêjim diro mercan
le mekteb xaney ’eşqit filatûn
nezane her wekû tîflî debustan
xezanî min be řûyî to behare
beharim bê tuwe her wek zemistan
be te’zîmî qedî to xem bû qedî
be řastî qametî serwî gułistan
ewa xadîmNasnava edebî seḧer her çawenore
le zułfî to seba bê ’enber efşan