zułfekanit wa leser mil em berû eber eken
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
2 Xulek
1013 Dîtin
zułfekanit wa leser mil em berû eber eken
wek dûmarî cengî pasî gencî badawer eken
xasî mestane nîgahêkit le bezmî xełweta
çawekanit fîtne bazin qesdî can û ser eken
bałî kêşawe beser bedrî cebînit dû hîlal
bu helakim herdû ebro karî sed xencer eken
řişteyî zennarî gêsûy tom kedî derçûm le dîn
herweku şêx ’alemê bem cîlweye kafir eken
lêwekanit herdû yaqûtin û yaqûtin becan
katî xende her le řengî ẍunçeyî eḧmer eken
zemzemey xistuwete bezmî mey keşan dû çawî to
bem xeyałe arezûyî bade piř saẍîr eken
çawenorî cîlliweyî ton ta tecellat derkewê
’aşîqan bo kuyî to wa em seru ew ser eken
řojî řût řojê eger bê to le metle’ derneçê
’alemî xakî hemû ’alem be ferqî ser eken
to beẍazî tê degey ẍemzet dełê ew qatîle
çon xedengî her mujey to karî sed neşter eken
’aşîqanî to wekû xadîmNasnava edebî le xwênî cergewe
yek be yek bem xwênî cerge deştî meḧşer teř eken