ayîney sed pêçiş û tabîke diłî min

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  604 Dîtin
ayîney sed pêçiş û tabîke diłî min
wek daẍî cinûn şu’le neqabêke diłî min
’umrêke weku awêne bo bezmî cemałit
ḧesret nîgehî yek muje xwabîke diłî min
ḧesret semerî koşşî bê ḧasłî xomim
sûtawe nefis êste kebabêke diłî min
dił řoyî le destim le su’alêkî lebî to
ye’nî le su’alî tewecwe wa bîke diłî min
wek ab le piř awe dû çawî le hewata
peymaney sed řengî şerabêke diłî min
em xecłetî meḧrûmî dîdare hetakey
’umrêke ke ayîne xetabêke diłî min
řoyîwe be sêławî cinûn miştê ẍubarim
sermayeyî sedxane xerayêke diłî min
tê fikire ser encamî şumarî nefis axir
’umrêke le naw dawî ḧisabêke diłî min
em mewcî ferîbî nefest bo çîye xadîmNasnava edebî
serçawe nîye ’eynî serazêke diłî min