min û çerxî felek her dû le ’eşqa bê qerar yekîn

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  597 Dîtin
min û çerxî felek her dû le ’eşqa bê qerarêkîn
lesergerdanya daym lejêr çîney nîgarêkîn
min û badî seba herdem le çoł û herdu seḧrada
bedaym bo zyaretgahî xakî koy yarêkîn
min û bilbil le firyadî seḧer ẍafîl nebûyn hergîz
le derdî dûrî řuxsarî guł û hem guł’uzarêkîn
min û dił da’îma meşẍûłî nałey nîweşewgir bûyn
lebo bezmî miḧebbet wek sedayî ’ûd û tarêkîn
min û dulber ke serbazî wefa û ’ehdî ezelmane
heta řojî ebed herdû leser ’ehd û qerar êkîn
min û perwane bo şem’î cemałî ger le perwazîn
le sûtanî wîsala bo şerarî întîzarêkîn
min û mecnûn ke payendî serî zincîr zułfêkîn
le seḧrayî cinûna her dû her meşẍûłî karêkîn
min û xamem le ’eşqa her le teḧrîr û le teqrîrîn
le dîwanî miḧebbetda le wesfî řûy nîgarêkîn
min û xadîmNasnava edebîle ser řêy dulbera ta dêt û řa’ebrê
be neqdî can û dił bo cannîsarî întîzarêkîn