leẍemze û naz û sîḧrî çawî to hergîz ḧezer nakem

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  424 Dîtin
leẍemze û naz û sîḧrî çawî to hergîz ḧezer nakem
le bo tîrî xedengî to be ẍeyrez can super nakem
eger cîlweyî cemałit řêk kewê yek şew le kołbem da
heta mawum be qurban arezûy şewqî qemer nakem
le taqetma nîye yek leḧze řûyî to temaşakem
keçî herçend ekem men’î nîgah zebtî nezer nakem
eka men’im le ’eşqa zahîdî bêganey me’na
xeyałî wa le min qet nakirê teqlîdî ker nakem
heta mawum le ’eşqî yar û bade û saqî û mutrîb
be ẍeyrez meykede hergîz le cêgayî meqer nakem
tema’î şehdî lêwî toy heye tûtî diłim qurban
ełê xadîmNasnava edebî heta mawum îtir meylî şeker nakem