emewê mestî çawekanit bim

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  525 Dîtin
emewê mestî çawekanit bim
bê minet ba le saqyanit bim
gwêm le awazî ney nebê xałî
ta lenaw cem’î ’aşîqanit bim
bimkujî ger be tîrî mujganit
bafîday dest û hem kemanit bim
îftîxarim be řengî zerdî xom
ta lenaw ’aşîqan nîşanit bim
çe ẍemim zamî tîrî mujgane
ger le jêr sayey emanit bim
siřřî penhanî ’eşqî to le diłim
min fîday siřřî wanîhanit bim
her zemanê edey be wesił we’de
ey fîday we’dew zemanit bim
canî xadîmNasnava edebî jyanî yadî tuwe
min be qurbanî yad û canit bim