le şorî badey ’eşqî weha sermest û ḧeyranim

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  499 Dîtin
le şorî badey ’eşqî weha sermest û ḧeyranim
şi’ûrêkim nîye axo bizanim dîn û îmanim
le teqîydî xîred îtlafî pê kirdim be ’îşwe û naz
le qeydî tuřřey zułfî perêşanî perêşanim
perêşanîm le zułfî toye mecmû’îm le řûy to
le ewda sakînî kufirim le emda nûrî îmanim
le ’eşqî toye cêgem goşey meyxaneye daym

leşewqî mûy toye wa kemerbendîm be zennare
le zewqî řûyî toye cê nişînî dîruřehbanim
diłim qîble numa bû qîbley mîḧrabî ebrote
le herla cîlwey řuxsarî to bê řûy gerdanim
nîgahêkim le herla bê cemałî toye meqsûdim
etoy me’bûdû meqsûdim, etoy hem dîn û îmanim
risûmî ’ehdupeymanî edeb te’lîmî tîflîm bû
keçî saqî şikandî zû beyek peymane peymanim
lesewday dû zułfî to nîye xałî xeyałî min
demê sergeşte bûm bo em gehî aşfitey anim
ḧedîsî kufir û dîn takey exwênî zahîda bo min?
le wesła nûrî îmanim le hîcra kafiristanim
egerçî her wekû mûrî ze’îfî natewan xadîmNasnava edebî
şikarî şêrekarim çon etoy şahî silêmanim