eger depirsî basî ew nawe
Li pirtûka:
Dîwanî Seyfulquzat
Berhema:
Seyfulquzat (1876-1945)
3 Xulek
1236 Dîtin
eger depirsî basî ew nawe
ḧukmî azadî î’lan kirawe
ḧukmî dewłete řû qet negîrê
pêç bipêçnewe, ḧîcab hełgîrê
layanda xanman, çadrî řeş leser
wek řoj lejêr hewr seryan hêna der
çarşêwyan lada leser gonay sûr
derkewtin sîng û baskî wek bilûr
nêw sîng û memk û qed û bałayan
çend cwan dyarin ałuwałayan
bew çiley zistan, naxoş bê bêto
herzan bûn sêw û henar û lîmo
bask derxiran, berok hełdiřan
qed barîk kiran, kefeł hełxiřan
herwek asmane ewřo xeyaban
wirşewrişyane mang û estêran
çwar çwar û sê sê, be cût dêne xwar
tawsin, bazin, şehên û şimqar
kewn, kotirin, qurîngin, pořn
mamzin, askî naskî çawşořn
her ’eyş û bezim û şewq û şadîye
wek ḧorîn, bîrî mirdinyan nîye
perçem leser řû pirş û biławin
wek misk û kafûr têkeł kirawin
ḧebeş û řom û zengî şeřyane
zulf û xał û řû, zeduxurdyane
le dwawe destey zulfan ser biřan
ser, şane kiran, perçem hełkiran
bo fûtbał deçin, sîrk û tyatir
kiç le pêşewe, kuřan le dwatir
kiç û kuř têkeł, herwek şekir û şîr
pyaw û jin, jînyan wek yek cwan û pîr
werzişê deken, zoranê degirin
’eyb û ’ar nîye, nabê têk fikirin
bask řast deken, xo dadenwênin
sîng řepêş dexen, laqan hełdênin
ewcar her kewtin bo kuř layqe
le jêr û le ser, her ew fayqe
jin û pyaw wek yek, zeḧmet dekêşin
ferengî bewey lême le pêşin
sîlaḧ hełgîran, sicîl wergîran
bo dû sał xizmet be serbaz gîran
serřûtî û mestî, cełdî û teřdestî
řeqis û hełpeřîn le biłîndî û pestî
futbał û werziş, bazdan û peřş
le xyaban û baẍ, seyran û gerdiş
le danîştinda kiław nemawe
kiławdagirtin lecêy siławe
ewane çakin bo ’esrî ḧazir
wiyołon, pyano, řadwê û tyatir
’eba û ’emame kemyan bimênin
melayan çîdî xoyan nenwênin
nwêj û řojû û ḧec, serfître û zekat
xetim û tehlîle û xêr û ḧesenat
tekye û xaneqa, medrese û mizgewt
derkyan bestira, pakyan pekyan kewt
nabînim nwêj û cum’e û cema’et
nabîyêm bang û ewřad û qamet?
kwa ḧełqey dersî melay ladêyan?
kwa dewr û «alî baba»y feqêyan
kwa ḧełqey zîkirî derwêşî ẍewsî
kwa şuẍił û xetmî sofî weysî?
wa îcab deka ewřo zemane
dinya axrî hîç û nemane
te’rîx hezar û sêsed û çarde
dey mange, dinya zor wişk û sarde