gwê bigre to demê le qise û dastanî ’îşq

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  583 Dîtin
gwê bigre to demê le qise û dastanî ’îşq
ey min ẍułamî dergehim astanî ’îşq
’eqił û xîred ke cêgey derkin le her ’ilûm
perwazyane ke nagen be asmanî ’îşq
bertir meqamî ’îşqe le to asman û ’erş
têper le cêgey meleke astanî ’îşq
destî hewes be damenî naga le ’îzzeta
destî geda be damenî bêçareganî ’îşq
beḧrêkî bê kenareye hem agirêkî piř le coş
em aweye, ḧeyate, lebo mahyanî ’îşq
’aşiq weku semendere, ke jyanî be agire
bem sozeye ke dîwetî ’eyşî nîhanî ’îşq
bo tîrî ẍemzekey dił û canim buwe hedef
tîrî qezay yade le qewsî kemanî ’îşq
mensûr wa terkî sere bo wîsalî yar
serdare cêgem wilemilim rêsmanî ’îşq
her kes sełay ’îşqî be gwêyda biçê kemê
kotaye her dû destî temenna nîşanî ’îşq
ḧukmim leser sitarewnazim leser felek
lew řoje bûme xadîmîNasnava edebî em astanî ’îşq