cîlwey nîgahî toye şorî xumarî nêrgiz

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  710 Dîtin
cîlwey nîgahî toye şorî xumarî nêrgiz
neydîwe kes wehabê nêrgiz şikarî nêrgiz
mutrîb le bezmî meḧfeł meşẍûłî neẍmey ney
girtûye saẍrî zerdestî nîgarî nêrgiz
çawî be çawî to kewt giryanî piř le çawe
nemdîwe eşkibarî wek eşkibarî nêrgiz
gułşen le cîlwey guł arayşî ke wergirt
hełsa le xwabî ẍefłet çawî xumarî nêrgiz
lale û benewşe herdû te’zîmî secdeyan bird
bo şahî guł le gułşen wek newbeharî nêrgiz
lem bezme çaw hełêne bo řûy guł le ẍefłet
çawî le feyzî guł bê wek întizarî nêrgiz
bem gołşene mebestin hergîz te’elluqî dił
bê î’tîbare herwek bê îxtyarî nêrgiz
xamet bexwênî dił bê dêřê binûse xadîmNasnava edebî
tirsî xezan le pêşe bo yadgarî nêrgiz