çîye besetî hewesperwer î’tîbarî nefis

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  918 Dîtin
çîye besetî hewesperwer î’tîbarî nefis
be kołî xotewe megre îtir to barî nefis
sefay ayîneket jengî wehme girtûye
çe řaḧetêke ke kewtûye jêr ẍubarî nefis
le hîç wezi’ nebû îstîfadey hestî
meger be zebtî nefis ke ’îlacî karî nefis
be řengî şem’ û seḧer fursetî nebû hergîz
xezanî ’uşret û řengînî beharî nefis
ẍirûrî hestî min întîqam ewende bese
qedî xemîdeme êsta lejêr barî nefis
le zu’fî teng diłî mîslî ẍunçey teswîr
le řêge kewtûm îmřo le întîzarî nefis
çe agirêke ke berbuwete hestî ’eyşim
le peřfişanî xoy muşkîle qerarî nefis
çe zîndeganîye bo zewqî yek temaşa dehir
nebû be derdî ’uşret be cuz şumaz nefis
beharî ’umir gułêkî teřî nebû xadîmNasnava edebî
ke biçnê be meramit be ẍeyrî xarî nefis