hênde mestim şew le coşî badeyî mînayî řaz

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  687 Dîtin
hênde mestim şew le coşî badeyî mînayî řaz
dił giřî girtuwe be haware li bo îfşayî řaz
dersî ’îşqî pê gutim dulber zubanîşî biřîm
tale bezmî herzegoyan min nekem îfşayî řaz
ger le hestî têpeřî bo mułkî kem nawî biçê
’alemêkî tir debînî to le yek seḧrayî řaz
’alemîçî, mułkî çî, ḧeyrane ’eqiłit lêreda
herçî eybînî hemû mestin le yek sehbayî řaz
beḧrî bê payane mewcî her le xwênî ’aşîqan
heryekê ẍewwase çun piř gewhere deryayî řaz
diřk û dałî laleye, berdî mîsalî gewhere
xak wixołî ’enbere hem gułşene seḧrayî řaz
gułşenî çî? her leyek ẍunçe hezaran gulistan
sed wekû cennet demî dawe le yek eczayî řaz
dersî bê ḧerf û sedaye mektebî esrarî dił
ḧacetî lefiz û xetî hergîz nîye me’nayî řaz
her le ewweł dersewe mensûrî bo serdar ebird
řutbeyî serdarî داێ kewte ser înşayî řaz
dûrbîn wikaşîfî esrare xadîmNasnava edebî her teřef
sûrme kêşrawî xudye dîdeyî bînayî řaz