bika her kes le şewda çawřêy emir

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  695 Dîtin
bika her kes le şewda çawřêy emir
ebînê pirtewî cîlwey şewî qedir
pyamî dostî bo dênin mela’îk
«silam fye ḧitî mitil’ alifcir»
seba dênê le xakî koyî bonî
cîhanê piř eka lem řayḧey ’etir
biłêm muşkî xetaye zor xetaye
welî bo min xetaye bo xeta fexir
eger bê řû le mułkî nyetî key
ne tenha her şewî qedre şewî qedir
fîdakey ger ser û małit be me’şûq
le destit ber nebê qet rişteyî sebir
le xełwet da ebînî cîlweyî dost
be çawî ser be penhanî û hem cehir
ke dî xadîmNasnava edebî tecellayî cemałî
le lay namênî qet qedrî şewê qedir