le xendey lêwî şîrîn seḧer mewcî şekir zahîr

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  1035 Dîtin
le xendey lêwî şîrînî seḧer mewcî şeker zahîr
le têşey kohken îmřo le sewqasîd xeter zahîr
le seylî eşkî çawî girye alûde le kwêy to
le bała cîlweyî řûy toweye mewcî qemer zahîr
le lêwî wişk û çawî teř, le ahî serd û řengî zerd
le dił siřřî nîhan û agirî coşî ciger zahîr
le kuncî şahřahî dił le xełwet ’ezmî xizmetme
egerçî bo wîsałit bestirawe řêy sefer zahîr
mîsalî hełgirî pîrahenî yusif ke neykirdibûn
le ken’an mewcî da şemmey le naw meẍzî puder zahîr
ferîzem bû le dewrey ke’bey řût maçî xałî lêw
le şer’a ferze bo ḧacî bika maçî ḧecer zahîr
le ’eksî saẍîrî saqî le wextî bade noşîma
’eyan bû ’alemê tir cîlwey şems û qemer zahîr
ḧelawet bexşe nałey ney le bo zewqî diłî mutrîb
eda te’mî şekir herdem dirextî ney şeker zahîr
tecella dem be dem bû her diłî huşyar eka cîlwe
şu’a’î aftab îřo le ecsamî beşer zahîr
le guftara tebesum dête ser le’lî lebî her gah
le sîney wek sedef ḧerfî kelamî wek gewher zahîr
byabanî ḧerem bû sefḧey dîwanî to xadîmNasnava edebî
kirasî lefzî îḧramim le me’nada huner zahîr