bîkeyn be cemhûrî

le govarî nîştiman, sałî yekem, jimare 5, řêbendanî 1322, li 19 û 20 biław buwetewe
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 2 Xulek  867 Dîtin
le řojnamey mudîrî kec medarî çerxî şeftûrî
enûsê řojî kurdî kewte ewcî burcî bênûrî
buxar û dûkełî bê îtîfaqî û sû’î exlaqî
mucessem bû be hewrî negbet û řoj kewte mestûrî
le ber bê fikir û îqdamîy ře’îsanî ’eşayr bû
ke řojin bote zułmatî şewî tarîkî deycûrî
hemû mîllet geyştine menziłî meqsûd û xuşnûdî
feqet kurdin be cêmawin be meḧřûmî û mehcûrî
’ezîzim iftîxarî xarcî hem ’îlme hem sen’et
be mîlyon û be firsex to le ’îlim û me’rîfet dûrî
temaşake leber şu’ley çiraberq û eletrîkî
kurey erzî hemû yekparçe bote yek kurey nûrî
meger toş her be piştêndî zil û pêç û şede û hewrî
binazî bîkeye esbabî kîbir û fexir û meẍrûrî
bira bîrî çirayêkî biken tarîkeşew dadê
qyamêkî biken ta firsete bîken be cemhûrî
kesê mîllet perest û xawenî fikir û syaset bê
teřeqqî mîllet û asayşe meqsûd û menzûrî
yeqînit bê le baweş nagrê qet şahîdî meqsûd
hetakû pê nenête mułkî azadî be mesrûrî
we destit nakewê azadî û şadî be asanî
ke hengiwîn naxurê bê êşî řêşî nêşî zenbûrî
heta mabê le sindûqî ser û sîne û demaẍtida
le badey ẍefłet û kîbir û nîfaq, asarî mexmûrî
heta zincîrî meḧkûmît le dest û şan û milda bê
nepoşî ta lîbasî şîbhî kafûrî be mecbûrî
le pêş çawî hemû ’alem çirûk û sûk û mehtûkî
le nêw cem’î mîlel bê îḧtiram û qedir û menfûrî