daym diłim be nałe û zarî û fîẍan ełê

Li pirtûka:
Dîwanî Seyfulquzat
Berhema:
Seyfulquzat (1876-1945)
 1 Xulek  834 Dîtin
daym diłim be nałe û zarî û fîẍan ełê
xoş bew şewey ke řojî řuxî diłberim hełê
tiflî diłim giřûy şekerî lêwî girtuwe
bew dû henare jîrî kewe bîxe baẍełê!
zulifit wela de, řût binwêne be def’eyê
şew řabrê, sitare nemênê, qemer hełê
bew zulfe mîrweḧet meke men’im le şekirî lêw
teyrêke dił, ze’îfe, detirsê le dawełê
ew qafyet besanî diłî mudde’î, ḧesenNasnava edebî!
tenge, direnge, meylî be cenge, hełê, mełê!