agirî ’îşqit le diłma hełkira herwek sîrac

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  837 Dîtin
agirî ’îşqit le diłma hełkira herwek sîrac
ḧałî xom nagořmewe îmřo be şahî û text û tac
setrî naka pîrehen cîsmî letîf û nazkit
«kîf yixfî fî alinzir nur alsirac fî alizcacErebî»
zułfî mişkînit legeł lêwî şeker efşanî to
em le çîn û hem xetawu ew le mîsrî bird řewac
wextê xurşîdî cemałî to ke cîlweyda be dił
«aşirqit fî alqilb nur al’işq nara kalsiracErebî»
yek îşaret kafîye bo mułkî dił tesxîr ebê
bem supahî ẍemze û mujgane nîte îḧtyac
zułfî mişkînit ke dewrîda be dewranî zenc
mîslî ḧelqey abnûse wa be dewrî goyî ’ac
qîsmetim wabû ke ser danêm le řêgey ’îşqit
ḧikim lile wa serim dana,nema çare wi’îlac
bê cemałit ger bika xadîmNasnava edebîxeyałî baẍî xuld
řû řeşî dîwanî meḧşer bim le řût wek řûy sac