lem beḧrî sefay ’îşqî to dił bû be gewhersenc

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  801 Dîtin
lem beḧrî sefay ’îşqî to dił bû be gewhersenc
neqşî to ledił sebte weku texteyî şetrenc
amade dû zułifit be serî sînewu gerdin
wek marî řeşin her dû nîgehbanî serî genc
kuştûmî le pênc lawe ke yekyane xedengî
çawu xet û xałî û dû zułfî ke dega penc
pêncin ke be qurbanî qedit serû semen dû
hem yasemen û ’eř’eř û şimşade deka penc
pêncin ke le to şu’lewerin duwemme xurşîd
yek mişterî û zuhre kêwane deka penc
pêncin ke nemawin le ẍemî to xîred û řoḧ
yek sebrû yekê quwet û yek dił ke deka penc
pêncin be fîdayî ’îşwey to duwe min û zahîd
yek şahu yekê ’abî du yek sofî deka penc
řêy agire,cêy gułşene, ’îşqit be ḧeqîqet
řêkew tûyî şaze ke biłên gewherî bê řenc
gewher nîyetî qîmetî eş’arî to xadîmNasnava edebî
kê bê to bika weznî be mî’yarî suxen senc